FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Remezan Ebdullah Şeleh destnîşan kir Komara Îslamî ya Îranê pêşewaziya vê planê kiriye û tim piştgirê berxwedana gelê Filistînê jibo azadkirina vî welatî bûye ji ber ku ev gela jibo azadkirina warê xwe şêr dike û ev welata û ev war yê gelê Filistînê ye

Sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê got : Hevhatinnama Slowê piştî 23 salan tu encamek xêncî pirsgirêkên zêdetir jibo xelkê Filistînê tinebûye.

 Peymana  Slowê, yekim hevhatinnama  navbera Rejîma Siyonîstî û Rêxistina Rizgarîker a Filistînê(SAF) bû ku li sala 1993`an  hat wajokirin û eke hewldanekê jibo bifermînaskirina  Rejîma Siyonîstî bû.

Remezan Ebdullah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja duşemiyê piştî hevdîtina  tev  Elî Ekber Wilayteî serokê navenda  lêkolînên stratejîk ya civata  kivşkirina mesilheta nizama  Îranê li Têhranê û nav koma nûçegihanan diyar kir li vê hevdîtinê li bara  plana  10 xalî ya vê tevgerê ku têde  hatiye xwestin berxwedan bidome û naskirina Rejîm Îsraîlê ji alîyê filistînîyan va û hevhatinnama Oslowê divê were betalkirinê,ji mijarên gotûbêj û hilkolandinê bûn.

Remezan Ebdullah Şeleh destnîşan kir Komara Îslamî ya Îranê pêşewaziya vê planê kiriye û tim piştgirê berxwedana  gelê Filistînê jibo azadkirina vî welatî bûye ji ber ku ev gela jibo azadkirina warê xwe şêr dike û ev welata û  ev war yê gelê Filistînê ye.

Remezan Ebdullah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê hêvî kir hemî welatê Îslamî û ereb  helwesta Komara Îslamî ya Îranê ku piştgiriya ji berxwedana gelan li hember dagirkeriyê û rawestana li ber sitemkaran e  ji xwe re bikin mînak û sembol. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu