AsyaEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Reşnivîsa daxûyaniya dawiyê ya civîna rayedarên Rêxistiya Hevkariya Îslamî

Li reşnivîsa daxûyaniya civîna rayedarên Rêxistiya Hevkariya Îslamî ser parastina hurmeta cînartiyê navbera Îranê û welatên islamî û mudaxilenekirina li karûbarên navxweyî yên hev hatiye pêgirîkirin .

Li gorî rapora ISNA’yê û ji zarê rojnama Ray El-Yewmê, li reşnivîsa daxûyaniya dawiyê ya 13-mîn civîna rayedarên welatên endamê Rêxistiya Hevkariya Îslamî ku li Stenbolê hat lidarxistinê, hatiye : Em êrişa ser taximên dîplomatîk ên Erebistanê li Têhranê û Meşhedê şermezar dikin û wê wek binpêkirina hevhatinnama Viyenê li bara peywendî û qanûnên navneteweyî dizanin .Li vê daxûyaniyê hatiye tekezkirin ku peywendiyên navbera Îranê û welatên Îslamî divê li gorî parastina hurmeta cînartyê û mudaxilenekirina li karûbarên navxweyî yên hev, parstina hurmeta serwerî û serbixwetî û yekperçetiya erdê welatan û çareserkirina pirsgirêkan ji riyên biaşitî bêyî zordarî û gefê be.

Li vê reşnivîsê her wiha ser piştgiriya ji çareserkirina qeyrana Sûriyê li gorî daxûyaniya Jênêvê û pêvajoya siyasî bi çavdêriya Rêxistiya Neteweyên Yekbûyî bona cihhatina guhestina siyasî ku sûrî bixwe rêbertiya wê bikin, hatiye pêgirîkirin .Rayedarên Rêxistiya Hevkariya Îslamî li civîna xwe daxwza piştgiriya destxwe ya welatan ji penaberên sûrî kirin .Rayedarên welatên endamê Rêxistiya Hevkariya Îslamî her wiha daxwaza lidarxistina demlidest a civîna navneteweyî ya “ aşitiyê li bara Filistînê“ kirin û ser mesela Filistînê û piştgiriya ji gelê Filistînê bo bidestxistina mafên xwe tekez kirin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu