ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêûrisma sondxwerinê ya serokkomartiya dewra danzdehem ê Îranê, wê roja şemiyê, 5`ê meha Tebaxê (14`ê Mordada 1396`an a koça tavî) li qada Meclisê were lidarxistin.

Beşa peywendiyên giştî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja îniyê, li daxûyaniyekê ragihand: Rêûrisma sondxwerinê ya serokkomartiya dewra danzdehem ê Îranê, wê roja şemiyê, 5`ê meha Tebaxê (14`ê Mordada 1396`an a koça tavî) li qada Meclisê were lidarxistin.

Li gorî ragihandina encamên dawîn ên dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomariya Îranê ku 19`ê meha Gulana 2017`an li Îranê û 102 welatên cihanê hate lidarxistin, Hesen Ruhanî, berndamê van hilbijartinan bi bidestxistina zêde ji 23 mîlyon dengan, careka din bû serokkomarê Îranê.

Beşdariya îraniyan ya li vê dewra hilbijartinan, pirrcoş û kêmmînak bû. Jiber beşdariya berfireh û bi mîlyonan a xelkê li ber sîndoqên dengdayînê, çar caran dema wergirtina dengan li Îranê hate dirêjkirin.

56 mîlyon û 410 hezar û 234 îraniyên ku mercên pêwîst jibo dengdayîna li hilbijartina serokkomariyê û Konseyên Îslamî yên gund û bajran hebûn, çûn ber sîndoqên dengdayînê ku beşdariya zêde ji sedî 70`ê û beşdariya zêde ji 40 mîlyon kesan li van hilbijartinan hatiye ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu