ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: mafên mirovan alavek e ji bo siyaseta derve ya zorbêjan

Balyoz û cîgirê nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) got: Mafên mirovan bûye darê destan ji bo sepandina daxwazên welatên zorbêj li warê siyaseta derve.

Li gorî rapora IRIB News`ê, balyoz û cîgirê nûnerê hertimî yê Komara islamî ya Îranê li NY, Xulamhusêyn Dêhqanî roja çarşemiyê, 13`ê Tîrmeha 2016`an, li civîna mafên mirovan a civata giştî ya vê rêxistinê got: Welatên hêzxurt tevî binpêkirina bêreje û bêhed û sînor a mafên mirovan ji aliyê hevpeymanên wan, pişta wan digirin û têgeha piştgirî, xurtkirin û rêzgirtina li mafên mirovan di asteke berfireh da ne bicih û neçê bi kar anîne.

Dêhqanî tevî rexnekirina helwêst û kiryara NY li warê mijara mafên mirovan, got: Hinek mînakên li warê mafên mirovan û çawaniya wan ji aliyê hin endamên NY tûşî siyasîbûnê bûne û dewama raberkirina biryarnameyên li ser mafên mirovan dijî welatan, ew yeka lawaz kiriye.

Cîgirê nûnerê hertimî yê Îranê li NY her viha got: NY divê li hemberî zext û zoran di dema binpêkirina berfireh û bêsînor a mafên navneteweyî li ber xwe bide û xwe ji sepandina standard û pîvanên ducûrî û siyasîbûnê dûr bigire.

Civîna durojî ya civata giştî ya NY li bara mafên mirovan bi beşdariya hejmarek ji wezîr û rayedarên welatan, rojên diyanzdehem û sêzdhema Tîrmeha 2016`an li New York`ê hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu