NûçeAsyaCîhan

Rêvebiriya Amerîkayê ji bo F-16an bifiroşin Tirkiyeyê teblîxata fermî ji Kongreyê ra şand

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo 40 balafirên şer yên F-16an bifiroşin Tirkiyeyê û modernîzasyona F-16ên heyî bikin, teblîxata fermî ji Kongreyê ra şand.

Ajansa Hevkariya Ewlehiya Parastinê ya Amerîkayê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo 40 balafirên şer yên F-16an bifiroşin Tirkiyeyê û modernîzasyona F-16ên heyî bikin, teblîxata fermî ji Kongreyê ra şandiye.

Başa dön tuşu