NûçeRojhilatanavinSûriye

Revîna terorîstan ji bajarê dîrokî yê Palmîraya Sûriyê

Grûpa nasiyar bi“çavdêrê mafên mirovan “ li Londonê ragihand: Terorîstên DAIŞ`ê ji beşeke giring ji bajarê dîrokî yê Palmîrayê li parêzgeha Himsê derketine.

 Li gortî rapora SANA Newsê, herçend ku terorîstên DAIŞ`ê roja pênşemiyê ji navçên curbicure bajarê Palmîrayê  revîne, lê hêzên artêşa Sûriyê ji ber  maynên mayî li vî bajarî hîn bi tamî derbasî wir nebûne.

Artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê li derdora rojhilata Himsê kontrola navça  sêkoşa  Palmîrayê li derdora rojava  bajarê Palmîrayê bi dest xistin û  cihê kombûna  terorîstên  DAIŞ`ê têk birin.

Hêzên  artêşa Sûriyê roja çarşemiyê karîn  kela bajarê Palmîrayê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê azad bikin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞê piraniya  mîrat û şûnewarên  binirx ên bajarê dîrokî ya Palmîrayê talan kiriye.

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê li destpêka par ji palmîrayê hat derxistin lê di Kanûna 2016`an da  cardinê ew dagir kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu