CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan kuştina Ebû Bekir Bexdadî dûpat kir

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku, nûçeyên Sûriyê û şerê DAIŞê belavdike tekez dike ku, zanyariyên hur û rast li cem wan hene  ku Ebu Bekir Bexdadî li Sûriyê hatiye kuştin.

Berî niha Wezareta Parastina Rûsyê tekez kiribû ku, berpirsê DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî di êrişeke esmanî ya firokeyên wan yê şer de li bajarê Reqayê yê Sûriyê hatiye kuştin.

Lê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî piştrast nake û dibje ku, derbarê kuştina wî ti zanyarî di destê wan nînin.

Li gor nûçeyeka kenala El- Someriyê ku, li ser zarê çavkaniyeke asayîşê wergirtibû da zanîn ku, DAIŞê li Taleferê daxuyaniyek belavkiriye û tê de amaje bi kuştina Bexdadî kiriye û gotiye ku, di van nêzîkan de dê nave xelîfeya nû aşkere bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu