ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Qeterê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li bajarê Duhayê bi hevtûşê xwe yê qeterî re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, di vê hevdîtinê da Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û Mihemed Ibnê Evdilrehman Ibnê Casim Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê li bara berfirekirina peywendîyên dualî û hevkarîyên navçeyî û navnetewî gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê duh danê êvarê jibo serdaneke yekrojî giheşte bajarê Duha paytexta Qeterê.

Zerîf berî hevdîtina ligel hevtûşê xwe yê qeterî, bi Şêx Temîm Ibnê Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê re jî hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Mihemedcewad Zerîf û Şêx Temîm Ibnê Hemed Alê Sanî di vê hevdîtinê da li ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên ticarî û aborî yên her du welatan sekinîn û li bara dosîyên navçeyî û fukarên hevpar rawêjkarî kirin.

Dema serdana buhurî ya wezîrê karên derve yê Îranê bo Qeterê di Hezîrana sala 2015`ê da, her du alîyan li bara berfirekirina hevkarîyên dualî, navçeyî û navnetewî û hewldana jibo têkoşîna kêrhatî li hemberî têrorîsmê rawêjkarî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu