IraqNûçeRojhilatanavin

Rewş ji bo birêxistina giştpirsîna serxwebûna Kurdistana Iraqê xweş nine

Endamê konseya rêvebiriya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Divê ji bo girtina pêşiya dûhatên nebaş, giştpirsîna serxwebûna Kurdistanê ji vî welatî piştî gotûbêjên biaştî ligel Bexdayê pêk were.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Kurd Press`ê, endamê konseya rêbertiya YNK`ê, Ferîd Esêserd, pêvajoya birêxistina giştpirsîna serxwebûnê dijwar da zanîn û got: Çareserkirina nakokiyan û bidestxistina hevgirtina navxweyî û derbaskirina qonaxa niha û xurtkirina binavahiyên aborî li Kurdistana Iraqê merca pêwsît ji bo birêxistina serxwebûn û misogerkira serketina wê ye.

Li gorî gotina Esêserdî, mijarên têkildarî giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê nediyar in û diyar nine ku li kîjan deverî pêk tê û gelo wê deverên gengeşe li ser jî bigire ber xwe an na?

Berî viya serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî di heyama mehên dawî da tevî pêgiriya li ser viya ku giştpirsîna serxwebûnê li sala 2016`an da bi rê dixine, ragihand ku ev giştpirsîna pêwsîtdar û ji bo cudabûna ji Iraqê nine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu