Rewş jibo raberkirina zanistên teknolojiya eskerî ya Îranê bo welatên din ên navçê xweş bûye

Mişêwirê pilebilind ê wezîrê berevaniyê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Rewş jibo raberkirina zanistên teknolojiya eskerî ya Îranê bo welatên din ên navçê xweş bûye.
Serdar sertîp Mehdî Ferehî şêwirmendê pilebilind ê wezîrê berevaniyê yê Îranê roja pênşemiyê li merasiam bîranîna şehîdên bajarê Brûcênê li rojava Îranê got ku îrorojê pêşeyên berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê derheq çêkirin û pergalkirina berevaniya bejahî, deryayî û fezayî ewqas pêş ketiye ku îmkana raberkirina berhemên eskerî yên nû jibo Îranê pêk hatiye.
serdar sertîp Mehdî Ferehî şêwirmendê pilebilind ê wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser çêkirina berfireh a balefirên bêfirokevan, pêşeyên mûşekî yên kurtmenzîl, dûrmenzîl û balistîk û berevaniya hewayî li Îranê û destnîşan kir: Yek ji hegerên giring a pêşketina pêşa berevaniyê ya Îranê sînordarkirin û boykota vê pêşeyê ji aliyê dijminan va bûye.
Serdar Ferehî bal kişand ser vê yekê ku Îran ji wan kêm welatên çêkirina setelaytê û avêtina setelaytê li dinyayê ye û got: Komara Îslamî ya Îranê li warê pêşketina pêşeyên berevaniyê û fezayî hewcedarê misteşarên biyanî nine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)