ÎranNûçeRojhilatanavin

Rewş jibo raberkirina zanistên teknolojiya eskerî ya Îranê bo welatên din ên navçê xweş bûye

Mişêwirê pilebilind ê wezîrê berevaniyê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Rewş jibo raberkirina zanistên teknolojiya eskerî ya Îranê bo welatên din ên navçê xweş bûye.

Serdar sertîp Mehdî Ferehî şêwirmendê pilebilind ê wezîrê berevaniyê yê Îranê roja pênşemiyê li  merasiam bîranîna  şehîdên  bajarê Brûcênê li rojava Îranê got ku  îrorojê pêşeyên  berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê derheq çêkirin û pergalkirina  berevaniya bejahî, deryayî û fezayî ewqas pêş ketiye ku îmkana raberkirina  berhemên eskerî yên nû jibo Îranê pêk hatiye.

serdar sertîp Mehdî Ferehî şêwirmendê pilebilind ê wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser çêkirina  berfireh a balefirên bêfirokevan, pêşeyên  mûşekî yên kurtmenzîl, dûrmenzîl û balistîk û berevaniya  hewayî li Îranê û destnîşan kir: Yek ji hegerên  giring a pêşketina  pêşa berevaniyê ya Îranê sînordarkirin û boykota vê pêşeyê ji aliyê dijminan va bûye.

Serdar Ferehî bal kişand ser vê yekê ku  Îran ji wan  kêm welatên  çêkirina setelaytê û avêtina setelaytê li dinyayê ye û got: Komara Îslamî ya Îranê li warê pêşketina pêşeyên  berevaniyê û fezayî hewcedarê misteşarên biyanî nine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu