IraqNûçeRojhilatanavin

Rêxistina terorîstîya DAÎŞ êrişî gundê gundê Cerin kir: Muxtar hat kuştin

Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Mûsilê êrişî gundê El Cerin kir. Di encamê de muxtarê gund kuştin û birayê wî jî revandin.

Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên polîsên Mûsilê milîtanên DAIŞê êrişî gundê El-Cerin kirin ku dikeve rojavayê bajar, muxtarê gund kuştin û birayê wî jî ber bi cihekî nayê zanîn ve revandin.

Yek ji polîsê bajarê Mûsilê Neqîb Casim Mihemed ragehand ku mûxtarê gundê El-Cerin Elî El- Selamî di êrîşekî rêxistina terorîst a DAIŞê de li gund hat kuştin û birayê wî Selah El-Selamî jî revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Cesim Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku hêzên asayîşê gund dorpêçkirin û dest bi lêkolînê kirine û termê muxtarê gundî bo tiba edlî hat veguhestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu