CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rêxistina xerîtekêşiya Îranê: Balafira Sîxoriyêya Amerîkayê li ser avên erdî yên Îranê hatiye xistin

Rêxistina xerîtekêşiya Îranê di bertekaîdiayên rayedarên Amerîkayê ku dibêjin balafira wî welatî li ser avên navneteweyî bûye ragihand: Balafira Sîxoriyêya Amerîkayê li ser avên erdî yên Îranê hatiye xistin.

Piştî ku  serê sibehê pêncşemê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Iranê ragihand ku firokeyek bêfirokevan a Amerîkayê bo karên sîxurî sinûrê asmanî yê Îranê bezandiye û sîstema bergiriyê ya mûşekiya Îranê jî ew xistiye xwarê. Rayedarên Amerîkî îdia kirin ku balafira wî welatî li ser avên navneteweyî bûye û hêzên îranî di vê rewşê de ew xistine erdê.

Rêxistina xerîtekêşiya Îranê îro  diyar kir li gor daneyên ber dest û nirxandinên karzanên vê rêxistinê, balafira sîxorî ya bêpîlota Amerîkayê ketibû nav heşt mayliya sînûrê Îranê li beravên parêzgeha Hormizganê û mûşek li wê di navbera devera Keretan û Kûh-Mubarek  ketiye û ew xistiye erdê.

Li gor vê daxuyaniyê hatiye: hed û hidûda deryayê erdî li gor konvansiyona 1982,  12 mayliya behrî ji hêla sînorê beravê behrê ye.

Başa dön tuşu