IraqNûçeRojhilatanavin

Rexneya Ebadî ji Herêma Kurdistana Iraqê

Serokwezîrê Iraqê li civîna xwe ya heftane li Bexdayê got: Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir ji pişk û para diyarkirî ya xwe li hevhatinnameya navbera Bexda û Hewlêrê ji riya bendera Cêyhana Tirkiyê nift firotiye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja sêşemiyê xwest ku Herêma Kurdistana Iraqê di vî warî da zêdetir mijarê ron û zelal bike.

Serokwezîrê Iraqê li vê civîna çapemeniyê herviha xwest ku hevkariyên istixbaratî yên navneteweyî jibo kokbirkirina koma têrorîst a DAIŞ`ê pêk werin û bi bîr xist: Heta niha gellek ji bajar û paytextên cîhanê ketine ber êrîşên têrorîstî.

Ebadî li bara êrîşên têrorîstî yên vê dawiyê li Bexdayê jî bal kişande ser viya ku torên têrorîstî yên ser bi DAIŞ`ê hene û hin mêdyayên civakî ji bo wan propagandayê dikin û got: Dewletê ji bo sekinîna li hemberî van êrîşan hin plan pêşbînî kirine.

Serokwezîrê Iraqê tevî daxwaza ji gelê vî welatî ji bo hişyariya li hemberî xetera têrorîsm û zêdegaviyê, got: Cîhan pesna rola Iraqê û destkeftên vî welatî li şerê djî têrorîsmê dide.

Heyder Ebadî bi gotina viya ku Iraq tevî qeyrana malî û siyaseta kêmkirina xercên dewletê, serketinên xwe berdewam dike, got: Me di heyama çend rojên buhurî da pêşketineke mezin li şerê azadkirina Mûsilê bi dest xist.

Ebadî herwiha got: Binelî Yildirimê serokwezîrê Tirkiyê li çarçoveya seferên duyalî yên rayedarên her du welatan, dê seredana Iraqê bike û em hewil didin ku peywendiyên xwe yên duyalî xurt bikin.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina viya ku li dijî bikaranîna axa Iraqê ji bo êrîşa li ser welatên cînar ji wan Tirkiyê ye, ragihand: Iraq pişta tu komekê ku li dijî Tirkiyê êrîşan pêk tîne, nagire.

Serokwezîrê Tirkiyê biryar e ku ji bo pêkanîna hevdîtineke fermî roja pêncşemiyê berê xwe bide Bexdayê.

Peywendiyên her du welatan li ser bicihbûna hêzên çekdar ên Tirkiyê li navenda leşkerî ya Başîqê li bakurê Mûsilê aloz bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu