ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Rêya Hesin a Îranê dê bigihêje Iraq û Sûrîyê jî

Berpirsê Ofîsa Serokomariya Îranê ragihand ku rêya hesin a Îranê dê bigihêje parêzgeha Kurdistanê û ji Sineyê ve jî bigihêje sînor navbera Îran û Iraqê. Rêvebirê Şirketa Rêya Hesin a Iraqê jî basa muzakira Îran, Iraq û Sûrîyê jibo lihevgirêdana rêyên hesin ên her sê welatan kir.

Berpirsê Ofîsa Serokomariya Îranê Mehmûd Waêzî destnîşan kir: “Iraq û Herêma Kurdistanê derfetên zêrîn in ji bo geşepêdana firotina kelûpel û berheman û derbaskirina dorpêçên zalimane, çimku bi zêdekirina qebareya tevgera bazirganî û darayî, rê li destwerdana welatên derve di pêwendiyên navbera welatan de tê girtin.”

Mehmûd Waizî behsa xeta trenê ya navbera Îran û Iraqê de kir û got: “Gihandina xeta trenê li Sineyê û di qonaxa paşê de jî li sînorê Îran û Iraqê, di bername û siyasetên ciddî yên kabîneyê de ye û em hêvîdar in bi dabînkirina sermayeya wê, dest bi cîbicîkirina wê projeyê bê kirin.”

Ligorî rapora Somerye News`ê, Rêvebirê Şirketa Rêya Hesin a Iraqê Salib Hisêynî li rex civîna komîteya hevpar a Iraq û Sûrîyê li Şamê got ku muzakireya jibo lihevgirêdana rêyên hesin ên Îran, Iraq û Sûrîyê didome.

Wezîrê Tranzîta Sûrîyê Elî Hemûd jî berî vîya pêgirî kir ku rêya hesin a Îran, Iraq û Sûrîyê yê di pêşerojê de bi rêya hesin a Asyaya Navîn, Çîn û Ûrsêtê va were girêdanê.

Başa dön tuşu