IraqNûçeRojhilatanavin

Ji DAIŞê fermana kuştinê: Bêteredut bikujin!

Rêxistina DAIŞê fermana kuştina çekdarên DAIŞê yên birevin derxist.

Li gorî belgenameyekê ku bi destê Rûdawê ketiye, çekdarên DAIŞê rênimayî dane berpirsên xwe yên leşkerî û gotine her çekdarê ku bixwaze çeperên xwe vala bike û bireve, bikujin.

Ew belgename ji çend xalan pêk hatiye û ji aliyê komîteya taybet ya DAIŞê ve hatiye derxistin.

Di wê belgenameyê de, daxwazê ji çekdarên DAIŞê dike ku haydarî wan kesan bin ku morala çekdarên din jî lawaz dikin û daxwazê dike ku kesên wiha bêne girtin ji bo ku nikaribin ziyanê bigihînin kesên din jî û dibêje dema ku ti çareserî nema, wan kesan bikujin.

Di belgenameyê de gotin ku zanyarî li ber destê wan hene ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê dixwazin xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bikin û dibêje divê ew kes bêne kuştin.

Herwiha di wê belgenameyê de hatiye xwestin ku ew kesên bi serkeftina hêzên ewlekariyê dilxweş bibin, divê ew jî bêne kuştin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu