NûçeÎranRojhilatanavin

Reyîsî: Gel hêmana hêz û şîyana Îranê ya herî girîng e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hêmana herî girîng a şîyan û karînê li her welatekî ”Amadebûna gel li meydanên curbicur” e û dijmin dixwazin ku vê hêmana şîyan û karînê sist bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Îbrahîm Reyîsî îro digel hejmareke wezîrên kabîneya xwe çû bajarê Bîrcendê navenda parêzgeha Xorasana Başûr li rojhilatê welêt û di koma gelê wî bajarî da got: Welatan çek û rext hene û hêmana wan a herî girîng şîyana leşkerî ye, lê hêmana şîyanê ya herî girîng li Îranê ”Amadebûna gelê bawermend li meydanên curbicur” e.

Reyîsî amajeyî dijminan kir ku hewil didin derbeyê li pêbawerîya gel himberî hikûmetê bixin û vîna giştî û yekitîya gel wek palpişta xurt a Îranê sist bikin û got: Ji destpêka Înqilaba Îslamî va, gel bi saya hişyarbûna xwe hemî komplo û fitneyên dijminan pûç kirine.

Başa dön tuşu