FilistînNûçeRojhilatanavin

Rêzgirtian ji roja hêsîrên Filistînê li Gazayê

Bi sedan filistîniyên rûniştiyê Gazayê berêvara çarşemiyê bona rêzgirtina ji roja hêrîsên filistînî, 19 Nîsanê û piştgiriya ji filistîniyên di zindanên Îsraîlê de ber bi meqera komîta cîhanî ya xaça sor li bajarê Gazayê meş û rêpîvan bi rê xitsin.

Hêsîrên filistînî midehek berî niha gireva birçîbûnê ya  ne bi sînor bona dasepandina  şertên xwe bo berpirsên  Rejîma Îsraîlê li çarçoveya  Şerê Kerameta 2 destpê kirin ku ev gireva çend rojan berî niha gihêşt encamê û dagirkiran şertên wan qebûl kirin.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, şêx Nafiz Îzam endamê nivîsgeha siaysî ya tevgera  cîhada Îslamî ya filistînê li vê meşê got:  semera xwîn aşehîdan û cangorîkirina hêrîsên filistînî ye ku  çarenivîsa gelê filistînê kivş dikin û filistînî li hember zilm û zordariyê ber xwe didin û dê erdê xwe ji lepên dagirkiran rizagr bikin. Ehmed El-Mudlel ji rêberên  tevgera cîhada Îslamî ya filistînê jî teqez kir: Gelê Filistînê dê hêsîran bi tenê nehêlin û civaka navneteweyî û azadeyên cîhanê divê zext û zorê bînin ser dagirkiran da ku mafên hêsîrên filistînî biparêzin û berxwedana Filistînê jî divê hemî hêza xwe  besîc bikin da ku dagirkir veguhartina hêsîran qebûl bikin.

17 Nîsanê ji sala 1974`an  bi pejirandina konseya neteweyî ya Filistînê wek roja hêsîrên filsitînî  hatiye binavkirin û li vê rojê Mehmd  Bekir Hicazî wek yekim  hêsîrê filistînî piştî dagirkirina sala 1967`an ji zindana  Rejîma siyonîstî hatazadkirin.

Başa dön tuşu