CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Gotinên mişêwirê ewlehiya netewî ya Koşka sipî dijî sozên Amerîka li bara rêketina navokî û gefa ser welatên din e

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê şemê şev li berteka gotinên mişêwirê ewlehiya netewî ya Koşka sipî yên dijî Îranê got: Ev gotinên wiha netenî dijî sozên Amerîka li ser rêketina navokî ku binpêkirina qayde û qirarên navnetewî ji aliyê Waşîngtonê ne.

Mişêwirê ewlehiya netewî ya serokomarê Amerîka duh şemiyê li Press konferansa ewlehiyê ya Mûnîxê li gotinên komîk Komara îslamî ya Îranê ku rola sereke ya xebata dijî terorîstan li navçê heye wekî berpirsê gelek ji bê ewlehiyên rojhilata navîn daye zanîn.

Rîmond McMester mişêwirê ewlehiya netewî ya Koşka sipî li dewama îdiayên xwe û li gotinên xwe yên dijî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ji welatên cîhanê xwest ku li nav Îranê sermaya xwe bikar neyînin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê bi şermezarkirina van gotinên mişêwirê ewlehiya netewî ya Koşka sipî ragihand : şikestên zav ên Amerîka bitaybet li van mehên dawiyê, wiha kiriye ku karbidestên Amerîka hema bi eşkera soz û qirarên xwe yên li gor rêketina navokî binpê bikin û niyetên dijminane yên xwe pirtir ji berê eşkera bikin.

Qasimî ragihand gotinên wiha yên karbidestên Amerîka tu şikekê nahêle ku Waşîngton wekî aliyekî rêketina navokî, soz û qirarên xwe binpê dike û pîşiya îcrabûna serketî û baş a vê rêketinê digire û herwisa hemû hêza xwe bikar digre ta ku Îran û civata navnetewî ji zirûfên heyî yên abûrî gor rêketina navokî behre negirin.

Qasimî ragihand ku ev gotinên karbidestên Amerîka herwisa gefa dijî welatên din yên ku ev rêketina navokî îmza kirine jî tê hisab û sercem tê vê wateyê ku karbidestên Amerîka qayde û qirarên navnetewî binpê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu