ÎranNûçeRojhilatanavin

Rizayî: Serkaniya aloziyên vê dawiyê li Îranê, civîna Hewlêrê bû

Sekreterê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Îranê, çavkaniya aloziyên vê dawiyê yên li Îranê, civîna Hewlêrê ya li Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn.

Muhsin Rizayî, roja şemiyê li koma nûçegîhanan, bal kişande ser aloziyên vê dawiyê yên li Îranê û got: Çend mehan beriya niha li Hewlêrê, civînek bi beşdariya Maykêl Dê Andêrê (Michael De’andre), birêvebirê odeya operasyonê ya dijî Îranê ya Saziya Sîxuriyê ya Amerîkayê (CIA), serokê nivîsgeha Qusey Sedam, kurê Sedamê dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, Hanî Telfa, bûrayê Sedam û hin nûnerên ji koma terorîst a Minafiqan û Erebistanê, hate lidarxistin ku têde dema operasyona dijî Îranê, dawiya Kanûna 2017`an kivş kirin.

Rizayî destnîşan kir: Beşdarên li civîna Hewlêrê diyar kirin ku bi bikaranîna torên civakî, operasyona dijî Îranê destpê bikin û li Çile û Sibata 2018`an, aloziyên li Îranê berfireh bikin û hemî bajarên Îranê ji kontrolê derxînin.

Sekreterê Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, yekbûna berpirs û gelê Îranê, yek ji sedemên şikesta projeya hevahengiya bi encam da zanîn û got: Gelê îranê dema ku pê hesiya pîlanek heye, demlidest rêya xwe ji ajawegêran cida kirin û sileyeka qahêm li dijminan xistin.

Başa dön tuşu