NûçeRojhilatanavinSûriye

Şandina zêde ji 70 barên xwarek û dermanan bo derdorên Heleb, Şam û Derayê li Sûriyê

Hîva sor a Sûriyê li bara şandina zêde ji 70 barên xwarek û dermanan bo derdorên Heleb, Şam û Derayê li vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Rêxistina Hîva sor a Sûriyê li daxûyaniyekê raghand ku 49  barên  alîkariya mirovhzane, heşt hezar  selikên xwarek û dermanan bo bajarên  Seqba û Kefer Betnayê bo navça  Qûta rojhilata Şamê şandiye.

Terorîstên hazir li Xuteya rojhilat rê nedan ku alîkariyên  miriovheziyê yên NY derbasî bajarokên Yelda,  Bebîla û Beyt Sehmê li Rîfa Şamê bibin.

Navenda  rûsî li Hemîmîmê li Sûriyê jî zêde ji 1700 kg xwarek û  derman şandiye  Rîfa Helebê û 22 bar jî şandine  derdora Derayê.

22 barên alîkariyên  mirovheziyê jî hatine şandin bo gundên  Til El-Şehab û El-Teyib li Rîfa  Derayê li navça  kêmkêşe û 800 sûrî jî li hefteyên derbasbûyî vegeryane  malên xwe.

Dewleta  Sûriyê hewl dide rewşa jibo gîhandina  alîkariyên  mirivhezane bo welatiyên sûrî ku di navçeyên  dagirbûyî yên terorîstan de  ne, pêk bîne.

Başa dön tuşu