NûçeRojhilatanavin

Rohanî: Îran xizmetkarên xwe qet ji bîr nake

Serokkomarê Îranê got: Komara islamî ya Îranê hatiye vejiyandin

Li gor raporta ajansa IRNAyê,Hesen Rohanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li koma mezin a xelkê parêzgeha Yezdê navenda Îranê got: Îrana mezin tu caran mêrxas û qehremanên xwe ji bîr nake û yên ku bonaserbilindî û mezinatiya Îranê dixebitin yên ku îro bûne sebeba mezinatiya welêt kes nikare nav û mezinatiya wan bitemirîne.

Serokê Komara Îslamiya Îranê destnîşan kir; Xelkê mezin û qehremane Îranê li hilbijartina 26 Sibatê karekî mezin kirin û cîhan heyirî kirin û ev hilbijartina serketina partiyek ser partiyê diin nîne belkî hemû alî li vê hilbijartinê serketin.

Serokê Komara islamî ya Îranê destnîşan kir, li vê hilbijartinê exlaq ser bê exlaqiyê serketreftarên navîn rê ser reftarên tund ser ket û niha pêwîste ku bona serbilindî û avedankirina welêt dest bidin hevdu û pê yekgirtinê û bi hevrabûnê Îrana ezîz çêkenê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li sefera xwe ya 22 -an îro duşemê gihêşte Yezdê û xelkê vparêzgehê, parêzgar, nûnerê weliyê feqîh li vê parêzgahê û pêşnimêjê nimêja îniyê ya Yezdê û şexsiyetên dine xwecî jê pşwazî kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser serdana Yazd bi akademîsyen û alim, veberhêner û karsazên vê parêzgehê ra dê hevdîtinê bike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu