AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Roja duyem a civînên Astanayê dest pê kir

Civînên Astanayê yên bi serperiştî û bizavên Rûsya, Îran û Tirkiyê dest pê kiribû, di roja xwe ya duyem de berdewam dikin.

Li gor ragihandina berdevkê dijberan Yehya El Aridî ragihand, dê daxuyaniya beyannameyê îmze nakin û got: “Em ê beyannameyê îmze nekin. Muhtemelen welatên garantor, Tirkiye, Îran û Rûsya dê beyannameyekê derxînin”.

Li gorî reşnivîsa derketibû holê, tê teqezkirin ku Îran, Tirkiye û Rûsya li ser cudakirina komên çekdar ji DAIŞ û El-Nusrayê bibiyar in û herwiha tê gotin ku her sê welatên navborî dê mekanîzemeke hevbeş bo şopandina agirbestê pêk bînin

Tê gotin ku civînên Astanayê sibe jî dê dewam bikin. Berdevkekî çapemeniyê yê dijberan Ûsama Bin Zeyd wiha got: “Eger welatên garantor (Tirkiye, Rûsya û Îran) bibêje demeke zêdetir anku rojeke din pêwîst e, em ê bipejirînin. Em ji bo du rojan nehatine vê derê, armanceke me heye ku divê em xwe bigihîninê”.

Piştî ku heyeta kikûmeta Sûriyê hat salona civînan li gel beşdarbûna delegasyonên din, roja duyem a civînên Astanayê dest pê kir.

Civînên Astanayê yekem civîn in ku heyeta dijberên ji komên çekdar jî pêk tê. Ev civîn tê wê wateyê ku rayedarên hikûmeta Sûriyê û serokê leşkerî cara yekem li ser maseyê tên ba hev.

Roja pêşî ya rayedarên hikûmetê li aliyekî maseyê rûniştibûn û nûnerên dijberan li aliyê din ê maseyê rûniştibûn. Li gel ku herdû alî li ser heman maseyê bûn jî lê bi riya navbeynkaran danûstendin kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha got: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffen De Mistura dê bi piştgiriya Rûsyayê moderatoriya hevdîtinan bike. Tirkiye dê alîkariya De Mistura ji hevdîtinên bi dijberan re bike û Îran jî dê alîkariya wî ji bo hevdîtinên bi nûnerên rejîmê re bike.”

Tê payîn ku civînên Astanayê îro bi dawî bibin û berî ku bi dawî bibin, herdû alî daxuyaniyeke hevbeş îmze bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu