FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Roja Qudsê, sembola rawestana li ber îstikbarê û serdestxwazên cîhanî ye

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, berêvara roja çarşemê li hevdîtina komek ji mamoste, lêkol û şarezayên zanîngehên Îranê bal kişand ser nêzîkbûna roja cîhanî ya Qudsê û destnîşan kir: Rêzgirtina roja Qudsê bi tenê berevaniya ji gelekî mezlûm ku ji mal û welatê xwe hatine derxistin nîne, belkî îro berevaniya ji Filistînê, berevaniya ji rasitiyeke pir berfirehtir ji mesela Filistînê ye.

Rêberê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Rawestana li ber Rejîma Siyonîstî, rawestana li ber îstikbarê û nizama serdestîxwaz e û lewma, siyasetvanên  Emerîkayê ji vê hereketê aciz in û pêre dijminatiyê dikin.

Rêberê giranqedr ê Înqilabê li axiftinên xwe dest danî ser du meselên giring û desnîşan kir ku her du li pêkanîna howiyet û pênaseyê bo civaka inqilabî û aktîvbûna hirzên rizgarîkir ên Inqilaba Îslamî rola giring û bingehîn hene.

Mesela ewil erk û pêsparteya giring a zanîngehan li pêkanîna zanistê û perwerdekirina hêzên berpirsiyar e ku karîne zanîngehan li gor nihêrîna rêberê giranqedr ê inqilabê bikin navenda zanist, xuliqkarî û bandora ser civakê û welêt.

Hezretê ayetullah Xamineyî li vê barê tekez kir: Ji roja ku  zanîngeh li Îranê hatin avakirin serdestxawzan hewl dan ku pêşiya cihhatian liv û tevgereke zanistî li gor jêhatîbûna îranî û nûjenkariya bigrin û her wiha  bandora zanîngehê ser civakê ji riya saziyên ewlehiyê û çandî yên kirêgirtî birêve biben.

Lê zanîngehan  bi hwldana  mamoste û xwendekara karîn ku  li vaakirina  saziyên inqilabî yên mîna  cîhada avedankirinê û Sipahê rola xwe hebin û ev hereketa mezin derfeteke pir giring jibo pêşketina  inqilabê û Îranê pêk aniye.

Mesela dudiyan a giring li gotinên rêberê giranqedr ê inqilabê pêwîstiya berçavgirtina alugurên pir  lezgîn û cidî li cîhanê ye ku  li dehekên pêşber ji cîhanê re gelek mesel û pirsgirêk çê kirine û divê gişt bi taybet ciwan xwe jibo rûbirûbûna  bi cîhaneke wisa amade bikin.

Her wek rêberê giranqedr ê inqilabê destnîşan kir: alugurên  lezgîn li asta navçeyê û navneteweyî hewcedarê zanetiya zav ser analîzkirina meselan û agehdariya ser meselên curbicur û hewcedarê  serbixwetiya û howiyeta rastîn  e.

Roja îro ew civakana dikarin bibin xwediyê serbixwetî û howiyeta rastîn ku li ser mesele û alûgurên derdora xwe agehdar û xwedîraman bibin. Bê guman ev tevgera inqilabî divê hevrê bibe bi geşatiya aborî, siyasî, zanistî û çandî ji ber ku heke wisa nebe dê bi ziyan û xisarên pir rûbirû bibin û dê çarenivîsa welêt bikeve ber bandor û nifûza qawetên îstikbarî.

Bi nihrîneke wisa ye ku  welatek dikare civakeke berpirsiyar û çalak hebe û peyama xwe li bara meselên çarenivîssaz û edaletxwazane bighîne guhê cîhanê.  Nihêrîna Komara Îslamî ya Îranê li mesela Filistînê xwediyê vê taybetmendiyê ye û gelê Îran ji cih û şûneke qahîm û bi îqtidar berevaniya  mafên xwe û gelê Filistînê dike.

Tekezkirina rêberê giranqedr ê inqilabê ser giringiya  van mijarana tê wateya hişyariya li vê barê jî ku di  cîhana îroyîn de kes nikare bêhowiyet bibe û bi xemsarî ji mesel û alûgurên derdora xwe derbas bibe.

Çawa ku rêberê Înqilaba Îslamî desnîşan kir: Rêzgirtina roja Qudsê tenê nayê wateya berevaniya ji gelekî mezlûm ku ji mal û welatê xwe hatiye derxistin, belkî îro berevaniya ji Filistînê, berevaniya ji rasitiyeke  pir berfirehtir ji mesela Filistînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu