NûçeRojhilatanavinSûriye

Kanada wê 6 hezar penaberên din bigire

Welatê Kanada yê ku zêdetirî 25 hezar penaber qebûl kirin, serê vê mehê dîsa dest bi qebûlkirina penaberên dike, da ku heta dawiya salê 6 hezar penaberan qebûl bikin.

Wezîrê Welatî û Penabertiyê yê Kanadayê John McCallum bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku ew ê bi teşwîqkirina saziyên sivîl jî li tevahiya welêt dest bi qebûlkirina penaberên nû bikin.

McCallum balkişand ser projeya Şarederiya bajarê Chatham a bi navê ‘Civaka Mêvanperwer’ û got “ev şaredarî wê alîkariya penaberên ku wê nû werin Kanadayê bikin, da ku penaberên karibin bi jiyana Kanadayê re li hevdu bikin.” Wezîrê Kanadayî diyar kir ku wan ji bo girtina 6 hezar penaberên Sûriyeyî dest bi xebatan kirine û got “hatina penaberan wê piştî 2 hefteyên vê mehê dest pê bikin û heta dawiya salê wê girtina wan were temam kirin.” Kanadayê ji mehên dawiya sala borî heta meha adar a îsal zêdetirî 25 hezar penaberên Sûriyeyî qebûl kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu