ÎranNûçeRojhilatanavin

Roja xwendekar nîşanek ji sekinîna gelê îranê li hemberî zorbêjan e

Îro sêşemê 6 Kanûnê li rojhejmêra Komara îslamî ya Îranê wekî roja xwendekaran hatiye binavkirin.

6 Kanûna sala 1953-an  sê xwendekarên  îranê bona protesto kirina  sefera  Nîkson  alîkarê serok komarê Amerîka  bo îranê û her wiha  bona protesto kirina  destpêkirina  peywendiyên  îranê tev Inglîzê, li ber  zanîngeha  Tehranê şehîd bûn .

Roja xwendekar mirov têxe bîra dêroka berxwedana gelê Îranê dijî xwetêkeliyên Amerîka li îranê, loma ev roja bona ku serûber daye xebata xwendekaran, gelekê girîng e.

Xebata dijî zorbêjiyê û armancxwaziya dînî û inqilabî ji faktorên herî girînge bereya xwendekaran li Îranê ye ku heta roja îro jî tê domandinê.

Dêrokê nîşan daye ku nexş û rola xwendekaran gelekê mentiqî bûye û xwendekaran hertim riya rastîn û mentiqî bijartine, riya ku li çarçîva xêr û qazanca netewî ya gelê Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu