IraqNûçeRojhilatanavin

El Ebadî: Bona bicihbûna Heşdi Şeibî li Sûriyê, li hevkirinek pêk nehatiye

Serokwezîrê Iraqê got ku niha planek jibo ketina hêzên Heşdi Şeibî li Sûriyê di rojeva karê dewletê da nîne, bi vî halî dewleta Iraqê amade ye ta ku jibo şerrê dijî DAIŞ`ê alîkariya her welatekî bike.

Heyder El ebadî, serokwezîrê Iraqê, îmzekirina hevhatinnameyekê di navbera endamên parlimanê û hin qumandeyên Heşdi Şeibî yên Iraqê jibo dabînkirina ewlehkariyê li axa Sûriyê û şerrê dijî DAIŞ`ê derew zanî.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, Heyder Ebadî duh sêşemê li civîneke çapemenîyê got ku di rewşa niha da, planeke wiha di rojeva desteya wezîran da nîne lê dîsan dewleta Iraqê amade ye jibo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê alîkarîya her welatekî bike.

Li gorî rapora Someriye News`ê, Ebadî pêkutî kir ku qanûna têkildarî hêzên Heşdi Şeibî vê dawîyê li parlimanê hatîye pejirandinê û hesabê kesên girêdayîyê destûra bingehîn a welêt ji binpêkirên qanûnê cida kirîye. Wî bibîr xist ku ev qanûna hemî welatîyên iraqî bi her dîn û mezhebekê digire ber xwe.

Serokwezîrê Iraqê got ku hejmara awareyên ji ber opêrasyona azadkirina Mşsilê hela jî kêmtir j iasta çaverêkirî ye û rayedaran tivdîrên pêwîst jibo sitirandina wan kirine û hejmara wan heta niha giheştîye 80 hezar kesan, eva li halekî ye ku NY pêşbînî kiribû ku zêde ji milyonek kesî lji vê parêzgehê koç bikin.

Fermandarên hêzên Heşdi Şeibî berî vîya gotibûn ku ev hêzana piştî azadkirina tam a Iraqê ji lepên têrorîstên DAIş`ê yê herin Sûrîyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu