CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Tomarkirina pêşnumaya şikayeta Îranê ji Emerîkayê li dîwana navneteweyî ya dadweriyê

Piştî tomarkirina pêşnumaya tam û tekûz a Îranê li dijî Emerîkayê li dîwana navnetewetyî ya dadweriyê, pêngaveke bibandor a din jibo vegerandina mal û heyitiyên Îranê ji Emerîkayê hat rakirin.

Piştî dozvekirina Îranê dijî Emerîkayê li Dîwana  Navneteweyî ya Dadweriyê ku li dawiya buhara derbasbûyî cih hat, navenda  mafên navneteweyî ya saziya serokkomariya Îranê karî ku 1`ê Sibata îsal, pêşnumaya tam û tekûz a Îranê li dijî Emerîkayê tev  belgeyên  têkildarî wê li 4 cildan amade bike  û li Dîwana  Navneteweyî ya Dadweriyê tomar bike.

Dewleta Îranê li vê pêşnumayê bifermî li dijî dewleta Emerîkayê ji ber zevtkirina  nêzîkî 2 milyar dolar ji mal û heyîtiyên  Banka Navendî ya Îranê li Dîwana  Navneteweyî ya Dadweriyê doz vekiriye.

Îranê li vê pêşnumya xwe ya tam û tekûz  li dijî Emerîkayê ji dîwana  navneteweyî ay dadweriyê xwestiye ku Emerîkayê mehkûm bike û binpêkirina  berpirsiyariyên xwe rawestîne û wê  neçar bike xisarên ku li Îranê xistine bicebirîne.

Dîwana  Navneteweyî ya Dadweriyê li gorî qayîde û qiraran, pêşnumaya  Îranê radigihîne Emerîkayê û navbera dadwerên  dîwanê jî belav dike .

Li gorî fermana 1`ê Tîrmeha 2016`an  a Dîwana  Navneteweyî ya Dadweriyê, divê niha Emerîka pêşnumaya  berevaniya xwe heya 1`ê Îlona 2017`an raberî Dîwana  Navneteweyî ya Dadweriyê bike.

Pêşnumaya tam û tekûz a li bara doza Îranê li dijî Emerîkayê li çarçova binpêkirina hevhatinnameya navbera du welatan nasiyar bi Peymana  Mewedet (hevaltî) û peywendiyên  aborî û konsûlî navbera Îran û Emerîkayê li sala 1955`an  hatiye tomarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu