NûçeMisrRojhilatanavin

Rojnamevanê Misrî: Biden nekarî NATOya Erebî ava bike

Rojnamevanê Misrî Mistefa Bekrî got ku lûtkeya Ciddeyê civîneke girîng e û Ereban derseke ku nayê jibîrkirin dane Amerîkiyan.

Bekrî got: Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî di vê hevdîtinê de tekez kir ku çareseriya aştiyane her tim bijardeya Ereban li Yemen, Filistîn û welatên din ên Ereban ên dagîrkirî ye.

Li gorî nûçeya malpera “Tahiya Mesr”ê, Bakrî her wiha got, her kes bi gotinên Sîsî û helwesta Ereban rehet bûye. Ev civîn li ser entegrekirina Îsraîl di nav herêma Ereban de û avakirina NATO ya Erebî li dijî Îranê bû; lê Sîsî û Ereban bi xêra bêhêziya xwe ev plan pûç kirin.

rojnamevanê navborî; Wî her wisa got: Melîdê Erebistanê “Muhemmed Bin Selman” di vê civînê de bi zelalî û şefaf amaje bi wê yekê kir ku Erebistan ti tiştekî ji rêkeftinên dabeşkirina niftê li OPECê qebûl nake.

Başa dön tuşu