IraqNûçeRojhilatanavin

Rojnamevanek li Bexdayê hat revandin

Rojnamevan û çalakvanên Iraqî îro ragihandin, rojnamevaneke Iraqî bi navê Efrah Şewqî ji mala xwe li Bexdayê ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî ve hate revandin.

Li gor zanyariyan, ku wê rojnamevanê gotarek li ser rûpele xwe ya tora peyvendiyên civakî belav kiriye û rexne li diyardeya hilgirtina çek, milîsan û êrîşkirina li ser dibistanekê li bajarê Nasiriye kiriye, piştre bi çend demjimêran ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî ve hate revandin.

Efrah Şewqî wek peyamnêr û nivîskar bi çend kenalên Iraqî û Erebî yên wek (Şerq El-Ewset a Londonî) û çend kenal û dezgehên din yên navxweyî kar kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu