ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: 12`yê Behmenê rojeke mayînde li dîroka Îranê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dozdehê meha Behmenê roja vegerîna îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bo welêt û rojeke mezin û mayînde li dîroka Îranê ye.

Hesen Rûhanî serokê Komara îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li hevdîtina digel komek ji xelkê û bijardeyên çandî û civakî yên parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhrana paytexta Îranê, tevî pîrozkiirna hatina Eyamullaha Dehrojiya Fecrê, her wiha got: Dozdeha meha Behmenê (31`ê Çileya 2016`an) roja azadî û hêviya hemî gelê Îranê û bidawîhatina zilm û zordariyê ye ku Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) ew ji bo gelê Îranê anî.

Rûhanî her wiha Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar weke encam û berhema berxwedana gelê Îranê û rênimûniyên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî da zanîn û got:  Egera herî sereke ya hêrsbûna serokoamrê Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî bifermînaskirna mafê Îranê yê zengînkirina uranyomê li Lihevkirina Navokî ye.

Rûhanî bi gotina viya ku Îranê piştî salekê ji wajokirina Lihevkirina Navokî serketinên baş bi dest xistine, her wiha got: Roja îro bi santrêfiyûja IR8`ê û leza zêde 20 beramberî pêş, zengînkirna uranyomê li Îranê zêdetir ji berê pêkan bûye.

Serokomarê Îranê tevî pesindana canfidayî û cangorîtiya personelên egîd ên agirvemirandinê ji bo filitandina canê xelkê li bûyera hilweşiyana Avahiya Plaskoyê jî got: Îsal Dehrojiya Fecrê bêhna xweş a cangorîtî û qedrzaniyê bi xwe girtiye.

Li sefera Rûhanî bo parêzgeha Elborzê Navenda paqijkirina dexl û danê ya Zer ku ya herî mezin li Rojhilata Navînê û yekem paqijgeha dexl û dana Îranê ye her wiha sîlo û ambarên dexl û danê, tesfiyexaneya pêşeyî û tirmînala hesinrê ya vê navendê li parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê hat vekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu