ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm Ceferî: Peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê li riyeke rast û berbipêş de ye

Serokê Komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê û wezîrê karên derve yê Iraqê riyên berfirehkirina peywendiyên dualî û alugurên navçê hilkolandin.

Elaedîn Brucerdî serokê komsîyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve  ya meclîsa Îranê roja înê li hevdîtina tev  Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li Bexdayê got : Ji ber peywendiyên stratejîkên  du welatan divê peywendiyên ticarî û aborî navbera du  welatan  berfireh bibe.

Birucerdî her wiha  bal kişand ser encamên  hevdîtina xwe ya vê dawiyê ji Sûriye  û Lubnanê û civîna  pêşerojê ya AStana  Qezaqistanê weke pêngaveke  giring  jibo çareserkirina  siyasî ya  qeyrana Sûriyê da zanîn.

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iraqê jî li vê hevdîtinê cardinê bi munasibeta  wefata  ayetullah  Haşêmiyê Refsencanî serokê civata kivşkirina  mesilheta nizama Îranê serxweşî da û  got : Peywendiyên  Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê li riyeke  rast û berbipêş  de ye.

Her wiha  vexwendinnama  serokê meclîsa şêwra  Îslamî ya Îranê jibo beşdariya li civîna  navneteweyî ya  Filistînê li vê hevdîtinê raberî wezîrê karên derve yê Iraqê hatkirin.

Taxima  parlemanî ya Îranê bi serokatiya  Birucerdî ser deweta parlemana Iraqê jibo beşdariya  li civîna  gotûbêja Bexdayê û siberoja Iraqê piştî DAIŞ ku sibê 14 Çillê tê li dar xistin sefera vî welatî kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu