ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: 800 milyard tûmen jibo projeyên avedankirina pişka avê li parêzgeha Kurdistanê hatîye xerckirinê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li merasima destpêkirina sûdwergirtin û vekrina projeyên avedankirin û aborîyê li parêzgeha Kurdistanê li bajarê Sinê got: Di sala 1396`an da 800 milyard tûmen sermaye jibo projeyên avedankirina pişka avê li parêzgeha Kurdistanê hatîye terxankirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li vê merasimê bal kişand ser vîya ku di sala 1395`ê da jî 900 milyard tûmen sermaye li projeyên avedankirina pişka avê li parêzgeha Kurdistanê hatîye xerckirinê û got: Bi destpêbûna 6 projeyên curbicur di warê ava parêzgeha Kurdistanê da, şert û mercên sermayedanîna li warên cotkarî, pêşe û xizmetguzarîyê jî pêk hatine.

Rûhanî herwiha got: Sermayedaner bilî ku tu kêşeyeke wan li pişka avê tine, dikarin li warên curbicur ên ceryan, gaz û enerjîyê jî bêyî pirsgirêk sermayê bikar bînin.

Hesen Rûhanî herwiha bal kişand ser vekirina projeyên warê têknolojîya agahîyan li Sinê û got: Sala buhurî 100 hezar derfetên karkirinê bi saya pişka têknolojîya agahî û peywendîyan pêk hatine û bi soza ku Mehmûd Waêzî wezîrê têknolojîya peywendî û agahîyan daye, îsal jî yê 130 hezar derfetên karkirinê pêk bên.

Rûhanî bi pêkutîya ser vîya ku zanist, agahî, têkilî û rehetîya gel û heta karkirina wan girêdayîyê întêrnêtê ye, got: Jibo pêşxistina welêt divê hemî curên têknolojîyê bên bikaranînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu