ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Amerîka bi zextanîna ser Îranê nagihîje tu encamekê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Amerîkî ji ber nîgeraniya ji şiyana gelê Îranê, li dû zextanîna herîzêde ya ser vî gelî ye lê encamekê bi dest naxe.

Hesen Ruhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja Çarşemiyê li civîna hevpar a taxima wezîran bi parêzgarên seranserî welêt herwiha got: “Îro rojê amerîkî berovajî sozên xwe û bi hevrêtiya çend welatên li navçê li dû zextanîna herî zêde ser gelê îranê ne lê bi hevkarî û hevrêtiya gel û dewleta Îranê, ev pîlan wê têk herin”.

Ruhanî herwiha bi pêgîriya li ser berfirehkirina hevkariya Îranê bi cîranan re destnîşan kir: “Pişka sivîl a Îranê bi pişkên sivîl ên welatên din û bi taybet cînaran re peywendiyeka nêzîk destpê kiriye û wê dewamê bide vê hevkariyê”.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha bal kişand ser vê yekê ku Îranê li pişka tranzîtê karên pirr baş cih anîne û destnîşan kir: Niha 10 gemî li gemiyên veguhestin û tranzîta di navbera pehnavan de zêde bûne.

Ruhanî bal kişand ser avêtina satelayta ku Îranê avêtiye jî û got: “Komara îslamî ya Îranê di warê çêkirina satelaytarakiran satelaytan de serketinên berbiçav bi dest xistine lê hin kêmasiyên biçûk hene ku wê bi zûtî werin çareserkirin”.

Wezîrê IT ya Îranê li twittera xwe ragihand ku bernama danîna nav bazneya topa erdê ya satelayta ku Komara Îslamî ya Îranê çêkiriye, nekemilî.

Mihemedcewad Azerî Cehromî, wezîrê IT ya Îranê, roja sêşemiyê ragihand: Bernama çêkirin û avêtina satelaytê li Îranê wê bi hemî hêza xwe berdewam be.

Başa dön tuşu