ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: ‘’Amerîka eger xwe ji rêkeftina nûkleerî vekeêşe dê poşman bibe’’

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ragehand, mûşekên welatê xwe nakin mijara gotûbêjê û eger Amerîka xwe ji rêkeftina nûkleerê vekêşe dê poşman bibe.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî li bajarê Sebzivarê ji gel re axift û ragehand, xebatên mûşekî yên di çarçoveya rêkeftina nûkleerî de nabin mijara danûstandin û gotûbêjan û got dê mûşek û çekên xwe çêbikin û wan xebatên xwe dê berdewam bikin.

Ruhanî got: ‘’Em derbarê çekên xwe yên parastine de guftûgoyê li gel ti kesê nakin. Li gor pêwîstiya xwe emê çek û mûşekan berhembînin û depo bikin û emê vê xebata xwe berdewam bikin.

Hesen Ruhanî ragehand, Amerîka 40 sale derbarê Îranê de biryarên xelet digre û eger ji rêkeftina nûkleerî xwe vekêşe dê ev yek bibe xeletiyek dîrokî û got: ‘’Amerîka eger xwe ji rêkeftina nûkleerî vekeêşe dê poşman bibe.’’

Ruhanî got me ragehandiye ku em li gel cîhanê dixwazin danûstandinê de bin, Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja şemiya bê biryara dawî ya derbarê xwe vekêşandina nûkleerê bide, me jî xwe li gor her biryarekê amade kiriye.

Başa dön tuşu