ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hember gotinên wezîrê şêwirmendê li karên navxweyî yê Imaratê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, îdiaya wezîrê şêwirmendê li karên navxweyî yê Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, li ser şandina çekan ji aliyê Îranê ve bo Yemenê, red kir.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, berêvariya îniyê li berteka li hember axiftinên Enwer Qerqaş,  wezîrê şêwirmendê li karên navxweyî yê Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, dijî Îranê, ragihand: li welatên ku taba wan a ji ber dûhatên şêrr tuneye, şîret tê kirin ku nekevin davika siyasetên şerrxweziyê. Qasimî herwiha got: Welatên ku şerrê zalimane ya dijî xelkê bêberevan ê Yemenê, dest pê kirine, piştî derbasbûna salek û nîvê ji destpêbûna vê destdirêjiyê û cihanîna cinayetên curbicur ên li vî welatî, hewl didin şikesta xwe ya bi sersorî, bi îdiayên wiha pîne bikin.

Erebistana Siûdî bi hevkariya hin welatên erebî û ji wan Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, ji 26`ê Adara 2015`an ve, hin êrişên berfireh ser Yemenê, dest pê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu