CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Amerîka nikare gelê mezin ê Îranê teslîm bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Sêşemiyê di hevdîtina berpirsên welêt digel Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî da destnîşan kir: Amerîka nikare gelê mezin ê Îranê teslîm bike

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Serokomartiyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser boykot û zextên Amerîkayê li dijî Îranê û got: Amerîkîyan bi hisabên xwe yên şaş û xelet difikirîn ku di heyamam çend mehan dikarin gelê mezin ê Îranê teslîm bikin û hin dem û qirar jibo vê mijarê tayîn kiirn, lê gelê Îranê bi Berxwedana xwe roj û saetên zêrîn di dîroka Komara Îslamî ya îranê da tomar kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku rêberî, dewlet, milet û meclîsa Îranê bûn sebeba serneketina dijminan, got: Roja îro jî dijmin li pey zor û durûtiyê ye. Sibehê gemiyên xwe yên şêrr dişîne û şevê hejmara xwe ya têlêfonê dide. Helbet ku îraniyan gellek hejmara têîlêfonan ji wan hene û her roja ku wan têde cinayetek dijî gelê Îranê pêk anîne, hejmara têlêfona wan a rastîn e.

Rûhanî a,aje bi zilm û destdirêjiya Amerîkayê derheqê gelên cûrbicûr û gelê Îranê kir û xitabî amerîkiyan got: Tobe bikin û vegerin, rê vekirî ye, renge gelê Îranê ji zilm û cinayetên we yên dîrokî derbas bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser sebr û hedara gelê Îranê piştî derketina neqanûnî ya Azmerîkayê ji Lihevkirina Atomî kir û got: Îranê ji dostên xwe û Yekîtiya Ewropayê ku her duyan daxwaza dem û deerfetê ji Komara Îslamî ya Îranê kiribûn, têra xwe molet daye.

Rûhanî bi gotina vêya ku Îranê ji roja 8ê Gulana 2018an va 60 roj molet jibo ewropiayn diyar kiriye ku sozên xwe yên derheqê Lihevkirina Atomî cih bînin, got: Eger ewropî di vê heyamê da sozên xwe cih neynin, Îranê dê du sozêîn xwe yên din yên di Lihevkirina Atomî da wêda dayne.

Başa dön tuşu