ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Amerîkî bi dû bêhêvîkirina xelkê Îranê ne

Serokomarê Îranê got: Amerîkî bi dû pîlananin û pîlana serekeye wan jî evaye ku xelkê me ji pêşeroja abûr û pêşketina welêt bê hêvî bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Ruhanî serokomarê Îranê li kutahiya civîna tev serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê û serokê saziya dadweriya welêt tevî qedrzaniya ji xelkê û berpirsên welêt ku hevgirtina xwe ya netewî parastine, bal kişande ser xebata îstekbarê bona çêkirina neêminî û berbelavkirina terorîzmê li navçê û got: tevî hemû pîlanên dijminan niha navçe li halê derbasbûna ji vê krîzê ye.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser xebatên îstekbarê bona guhartina sînorên jeogerafî yên welatên navçê û got: Li vê barê jî pîlana dijminan pûç bû û wan tu serketinek bi dest nexistin.

Ruhanî herwiha bal kişande ser hewldanên îstekbarê bona çêkirina duberekiyan li navçê da ku çek û sîlahên xwe bifiroşin welatên navçê û destnîşan kir; Pêwîst e hevkariyên zav bêne kirin ta ku neyariyên heyî li navçê çareser bibin.

Serokên sê Teşkîlatên Birêveberiya Karûbarên Welêt yên wek îcrayî, qanûndanînê û dadweriyê êvara duh duşemê bi mazovaniya meclisa şêwra îslamî ya Îranê civînek pêk anîn.

Li vê civînê li ser meselên girîng ên welêt û navçê hate axivtin.

Başa dön tuşu