ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: azadiya Mûsilê, cejna serketina gelên navçê li hember terorîzmê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê serketinên dewlet, artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li hmeber terorîzmê pîroz kir û destnîşan kir: Azadiya Mûsilê wek sembolek jibo kutakirina terorîzmê û cejna serketina Îarn, Iraq, Sûriyê û hemî welatên li navçê ye ku li hember diayrdeya meizn a terorîzmê şêr dikin.

 Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ay Îranê berêvara sêşemiyê li hevdîtina  bi Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Têhranê got ku  rawstana li ber terorîzmê û pêkanîna  ewlehiyê li navçê maye ser hevkarî û hewahengiya  hemî welatan û diyar kir: Komara îslamî ya Îarnê ku serketina  li hember terorîstan û ewlehiya neteweyî ya Iarqê weke serketin û ewlehiya xwe dizane, hertim li kêleka  gelê Iraqê bûye û yê bimîne.

Rûhanî, giranbûna  kiryarên terorsîtî û xebata treorîstan li navçê beşek ji plana  kirêt a siyonîstan  da zanîn û got: Nabe ku rawestana li ber terorîzmê bibe sedema kêmrengbûn û jibîrkirina  mesela Qudsê û xetera Rejîam  Siyonîstî li navçê.

Rûhanî her wiha  ser pêwîstiya  parastina  yekperçetiya welatan li navçê û nebûna  her cure  guhertina  cuxrafiyayî li sînoan tekez kir û got: Guhertinên cuxrafiyayî û hilweşandin nayê qebûlkirinê û ser qazanca tu yek ji welatan  li navçeyê nîne û Îranê piştgiriyê dide yekperçetiya Iraqê û bêguman dê her hereketa ku yekitî û yekperçetiya  Iraqê lawaz bike dê ser qezanca  tu kesî nebe.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê tekez kir: Iraq cidî ye ku  peywendiyên xwe li hemî waran bi Komara Îslamî ya Îranê re berfireh bike.

Serokwezîrê Iraqê her wiha  xurtkirina  hevkariya hemî welatên navçê bi taybet Îran û Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê pêwîst da zanîn û got: Terorîstên DAIŞ`ê tu sînorekê nas nakin û divê hemî welat jibo rawestana li ber vê gefa hevpar hevkariyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu