ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî : “Berxwedana gelê Îranê pîlanên Amerîka rastî işkestê anî”

Serokê Komara Îaslamî ya Îranê bal kişand ser pîlanên Amerîka bona derbelêdana li gelê Îranê û got: “Berxwedana gelê Îranê ev pîlanên Amerîka rastî işkestê anî.”

Serokê Komara Îaslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro Çarşemiyê li civîna taxima dewletê destnîşan kir: “Gelê Îranê bi berxwedana xwe pîlanên dijminan pûç kirine û qet teslîmî dijminan nabin.”

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwisa bi pîrozkirina weladeta Hezretê Muhemedê Mustefa (S) û Îmam Ceferê Sadiq (S) îmamê şeşan ê şîeyan li hemû misilmanên cîhanê destnîşan kir: “Li hefteya wehdetê wisa ku misilmanên cîhanê Hezretê Muhemedê Mustefa (S) ji xwe ra dikine mînak gere ku îmamê şeşane şîeyan jî ji xwe ra bikine mînak.”

Serokê Komara Îaslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku Îmamê Sadiq (S) îmamê roşenbîrî û şiroveya heq û rastiyê ji bo şîe û suniyan û cîhana islamê û bizava mezin a zanistî li cîhanê ye destnîşan kir: “Zanista kîmya, Fîzîk, siroştnasî û felsefê li mekteba Îmam Sadiq(S) berfireh bû.”

Başa dön tuşu