ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî sala nû li rêberê qedirgiran ê Cihana Îslâmi pîroz kir

Hesen Rûhanî şeva buhurî li vê gotûbêja telefonî tevî pîrozkirina sala nû û hêvîya tenduristî û temendirêjîyê jibo rêberê qedirgiran ê inqilabê, got: Sala 1396`ê bê guman di bin sîya rênimûnîyên rêberê qedirgiran ê inqilabê da û yêketî û hewldana giştî û dewama cihanîna sîyasrtên aborîya ser bingeha berxwedanê, yê sala pêşketina zêdetir jibo gelê mezin ê Îranê, geşatîya zêdetir di warê berhemanîna netewî da û sala derfetên zêdetir ên karkirinê nemaze jibo ciwanan be.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê jî li vê gotûbêja telefonî sala nû li serokomar û gelê mezin ê Îranê pîroz kir û hêvîya serkevtina zêdetir a dewletê di warê xizmetguzarîya jibo gel û welêt kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê duh herwiha li peywendîyên telefonî yên cida ligel merceên pilebilind ên teqlîdê, sala nû ango sala 1396`ê li wan pîroz kir û hêvîya tenduristî, temendirêjî û saleke tijî nereket kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu