ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: `Bihêviyêmayîn` û `Çavlirêbûn` sedema herî girîng a pêşveçûnê li civaka Îslamî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê `Zihûrî` û `Çavlirêbûn` sedema herî girîng a hêvîdarî û pêşveçûnê li jiyana mirovanî bi taybetî li jiyana misilmanan û şîeyan da zanîn.

Malpera ragihandinê ya serokkomariya Îranê nivîsiye ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh berêvarê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî de got: Gişt olên Xwedê teala bawerî li rizgarker û xilaskirekî bawerî heye û baweriya wan eva ye ku dawiya alemê serkevtina ronahî û heqê li hemberî tarîtî û neheqiyê ye û wê aqubet hikûmeta dad û dadweriyê were damezirandin.

Ruhanî herwiha got: Mehdewiyet sedema geşatî, hereket û hêvîdariyê li civaka Îslamî ye û hînkirina dirust a çanda çavlirêbûnê ji bo perwerdehiya civakê ber bi pêşketin û kemalê roleka sereke heye.

Serokê Konseya Bilind a Înqilaba Çandî herwiha hevdemiya salvegera Operasiyona Azadkirina Xuremşehrê û salroja Jidêbûna Hz. Mehdî (Xwedê Zihûra Wî Nêzîk Bike) pîroz kir û bal kişand ser demûgavên şerê tehmîlî û got: Serkevtina geş û bi heybet a şervanên Îslamê li Operasiyona Fetha (azadiya) Xuremşehrê bû nîşana û sembola îrade û viyan, canfîdayî û şerefe neteweyî ya gelê Îranê.

Ruhanî herwiha qedirzaniya berxwedana gelê parfêzgeha Xûzistanê bi taybetî Dîzfûlê kir û got: Berxwedana neteweyî li dema azadkirina Xuremşehrî nîşan da ku bisaya yekitî û bihevrebûna gel û amadebûna wê li meydanê û bisaya rênimûniya rêberekî bi hêz û qawet, mirov dikare bigihêje her hedefeke xwe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bijartina Ebdul-Elî Elî-Eskerî wekî serokê Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê (IRIB) û wek endamê nû yê Konseya Bilind a Înqilaba Çandî lê pîroz kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku Radiyo û Televîziyon li dema serokatiya wî her roj ku derbas dibe zêdetir û bi serkevtin berpirsatî û erkên xwe yên girîng ên neteweyî cih bîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî berçavgirtina menewiyetê û çandsaziya bi zanetî û bi bandor pêwîst da zanîn û got: Hêviya me eva ye ku Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bibe dezgeha perwerdekirin û rewacdayîna hêvî, yekitî û hevkariya gişt ji bo teşkîlatên birêvebirina karûbarên welêt û sazî û dezgehên curbicur di nav welêt û herwiha ji gişt çînûqatên xelkê re li riya bidestxistina armancên Înqilaba Îslamî jî roleke wiha bilîze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu