ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Bila welatên dost li hemberî nêrîna Yekalîtîşopiyê di bereyekê da bin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Welatêîn navçeyê û welatên dost divê ji bo pêşîlêgirtina ji nêrîna yekalîtîşopiyê û neçêbikaranîna welatên hêzxurt hêza têknolojiya xwe bi hev ra zêde bikin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Çarşemiyê di civîna “Îrana Jîr” û rêûrisma destpêkirina Bîst û pêncemîn Nîşangeha Navneteweyî ya “Elecomp” li Têhranê got: Hêzxurtên mezin bi sepandina boykotan, yekalîtîşopî û serdestîxwaziya ji riya Fezaya Mecazî (Înternet) dixwazin ku serdestiya xwe li ser Îranê dasepînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tu riyek ji billî palpiştiya bixwe, hevkariya tev welatên dost û pêşketina zanistê tuneye û wwelatên dost divê pêşiya neçêbikaranîna serdestîxwazan û çêkirina berbendên ser riya pêşketina welatan bigirin.

Bîst û pêncemîn Nîşangeha Navneteweyî ya “Elecomp” (Elektronk, kampiyûtêr û Ticareta Elektronîkî ya Îranê)  li Têhranê dest pê bûye.

Nûnerên kompaniyên heft welatan di Bîst û pêncemîn Nîşangeha Navneteweyî ya “Elecomp” li Têhranê dawîn destkeftên xwe di warên Têknolojiya Zanyariyan (IT) raber dikin.

ELECOMP rûdana herî mezin a tizacrî li bazara Elektronîk, berhem û xizmetên Kampiyûtêrî li Îranê ye ku ji sala 1995an va her salê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu