ÎranNûçeRojhilatanavin

Amoliyê Larîcanî: Gelê Îranê qet ji boykotan natirse

Serokê sîstima dadweriya Komara Îslamiya Îranê got: Boykot bandorê li ser morala cîhadî ya gelê Îranê nake.

Ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî, serokê sîstima dadweriya Îranê, pêncşemiyê bi şev li rê û  risma bi bîrxistina şehîdên ruhanî yên li bajaroka Amolê li bakûrê Îranê, herwiha got: Heya dema ku morala cîhadî û heskirina ehlê beyt (s) li dil û canê xelkê Îranê, nirxek e. Ev welata sîgortebûyî ye û tu xeterek, wê gef li nizam û xelkê me nexwe.

Amolî Larîcanî, got: Îro rojê Komara Îslamiya Îranê, bihêztir ji berê li navçeyê ye û bûye wekî pêgeha aştî û ewlehiyê jibo welatên mezlûm ên cîhanê.

Serokê sîstima dadweriya berdewma kir: Îrana Îslamî li gorî nirxên îslamî û exlaqî, heya asta ku bikaribe wê alîkariya misilman û mezlûmên cîhanê bike.

Amoliyê Larêcanî got: Hebûna komara Îslamiya Îranê li welatên Iraq û Sûriyê, li ser daxwaza dewlet û gelê vî welatan bûye û îro rojê bajarê Helebê ji ber bereketa hebûna cihadgerên îranî û birayên sûrî, azad bûye û serfiraz rawestaye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu