ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Danûistandina kêrhatî ligel cehanê tevî parastina isûlan e

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir ku danûistandina kêrhatî ligel cehanê tevî parastina isûlan e.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li hevdîtina ligel alim, fidakar û bijareyên parêzgeha Merkezîyê got: Heke em dibêjin ku me danûistandineke kêrhatî bi cehanê ra hebe, tevî parastina isûlên dîn, çand, exlaq û inqilaba me be.

Rûhanî herwiha got: Ev danûistandin jibo pêşketina welêt e û divê em têknolojîyê biroj bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li beşeke din a axavtinên xwe, israra ser muzakireyên navokî û rêketinama navokî jibo anîna têknolojîyê nav welêt û bidestxistina mafên gelê Îranê zanî û got: Em aşiqê çav û birîyên ewropîyan nebûn û me jibo vebûn û hereketên aborîyê hewl da ku erka şerî û dînî ye.

Rûhanî bi gotina vîya ku li warê berfirekirina têknolojîyên navokî hin peyman bi Ewropayê ra hatine girêdanê, got: Li gorî gotinên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî divê em li warên berfirekirina têknolojîyên navokî û hewayî li pêş bikevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu