Rûhanî: Deryaya Xezerê rola giring li berfirehkirina peywendiyên Îran û cînaran heye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tirkmenistan, Qezaqistan, Rûsiye û Komara Azerbaycanê ji cînarên Îranê yên baş in, ku dikarin ji riya deryaya Xezerê, peywendiyên bi wan re berfireh kir.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê piştî merasima destpêkirina hevgav a çend projeyan li parêzgeha Gîlanê bal kişand ser giringiya mesela Tranzît û veguhestina barên 20 milyon tonî yên kel û melan ji Hindustanê bo Rûsiyê û diyar kir: beşek ji veguhestina kelûmelan divê ji riya Îranê cih were û bi zeliqandina riay Benderebasê li başûrê Îranê li Moskowayê, Hindistan, Îran, Rûsiye û welatên din dê gelek qazancê bikin.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku tranzît û pêkanîna riyên peywendiyê jibo pêkanîna kar û şuxil û rewneq û geşatiya aboriyê pir giring e û diyar kir: Avakirina rêhesina Reşt-Astarayê bi alîkariya Komara Azerbaycanê dê bi zûtirkê destpê bibe. Wî her wiha bal kişand ser girêdana peymana 6 hezar wagona barî navbera Îran û Rûsiyê û destnîşan kir: Hezar wagonên çêkirî dê radestî Îranê bibin û 5 hezar wagonên mayî jî dê li Îranê bên çêkirin ku eva bixwe dibe sedema zêdebûna berhemanîn û pêkanîan kar û şuxilê jibo ciwanên welêt.
Rûhanî bal kişand ser bikaranîna riay tranzîat îarnê jibo Têhran, Moskowa, Dêhliyê nû û welatên din xwediyê sûd û puena aboriyê ya zêde ye û destnîşan kir: Gîlan, helîqeya anvbera navçên curbicure Îranê û welatên bakuriye Xezerê û her wiha rewşekek baş jibo kar û şuxil û xebatê ye.
Serok Komara Îslamî ya Îranê îro bi sefera Gîlanê, 17 xebata projeyên pêşeyî, benderî, cotkarî, malatdarî, muxabiratî, nexweşxane û avedankirinê li vê parêzgehê destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)