ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: “Dewlet ji boçareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina welêt bibiryar e“

Serokomarê Îranê destnîşan kir: “Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina Îranê li beşên cûrbicûr bibiryar e“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara Duşemiyê li gotûbêja xwe ya zindî ya duyem a têlêvîziyonî digel xelkê piştî destpêbûna dewleta dazdehem bi raberkirina reporekê ji kiryara dewletê got: “Serokomar li ser sozên xwe yên derheq pêkanîna xwestek û mijarên ku xelk dixwaze dimîne“.

Serokomêr  tevî pêgiriya li ser demkîbûna hevraz û berjêrên dirêv di çend rojên bihurî da, got: “Soza dewletê bo gel ev e ku diravê hewce yên biyanî ji bo welêt dabîn bike û cihê kêfxweşiyê ye ku derhata welêt ji ber diravê biyanî gellek zêdetir ji xerckirina wê ye; Bi awayekî ku pêşbînî tê kirin heta dawiya îsal (sala 1396an a Koça tavî) derhata diravê biyanî yê Îranê dê bigihêje zêde ji 90 mioliyar dolarî“.

Serokomêr got: “Derhata Îranê ya diravê biyanî anku Erzê gellek zêdetir ji gişt xercên Îranê ye û sala tê dê derhata erzî ya Îranê ji îsal jî zêdetir be“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hin kêşe ji serdema boykotan va li welêt mane, got: “Hin kêşe û nakokî ji nav çûne û hin ji wan jî hela mane ku yek ji wan mijara têkilliyên me digel bankên navçe û cîhanê ye ku ev têkuillî hîn negihîştine qonaxeka îdeal“.

Di destpêka vê gotûbêjê da serokomêr tevî pîrozkirina salvegera jidayîkbûna hezreta Zeyneba Kubrayê (S), bûyera niqûmbûna gemiya îranî ya Sançiyê li perravên rojhilata Çînê wek bûyereka tehl û diltezîn di vê heyamê da da zanîn û got: “Dewletê komîteyek ji bo şopandin û hilkolandina sedemên vê bûyerê tayîn kiriye“.

Roja 6`ê Çileya sala 2018an gemiyeka barî ya çînî-hongkongî li perravên rojhilata Çînê li keştiyeka niftbir a îranî ket ku ev bûyer bû sedema teqîn û agirpêketina bi keştiya îranî. Ji ber vê bûyerê 32 lêniştiyên niftkêşa îranî (30 îranî û du bengiladêşî) canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu