ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Dewrana darbeyan gihêştiye axirê

Serokê Komara îslamî ya Îranê got: Dewrana darbeyan û dewrana top û tankan êdî gihêştiye axirê.

Hesen Ruhanî serokê Komara îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro yekşemê li nav koma xelkê Parêzgeha Kirmanşahê bal kişande ser Darbeya leşkerî li Tirkiyê û got: Hîn jî li navçê hinek hene ku fikir dikin bi darbeyê dikarin qudretê bigehirînin û mixabin li navçê hinek jî hene ku hizr dikin pê top, tank, firoke û helîkoptiran dikarin hikûmetekê ku xelkê bijartiye sernixûn bikin.

Ruhanî destnîşan kir; Tenê riya çareserbûna pirsgirêkên Sûriyê, Iraq, Beheyn û Yemenê sandiqên dengên xelkê van welatane.

Serokkomarê Îranê herwisa bal kişande ser gendeliyên ku li nav fîşên mûçeyan yên birêveberên birek ji saziyên dewletê yên wekî bankan çê bûne got: Mixabin li van salên bihurî hinek karên şaş li vê barê cih hatine ku helbet tenê qusûriya teşkîlata mucriyê nebûye û hemû sazî û navendên giştî van cure şaşitiyane cih anîne.

Ruhanî destnîşan kir; Dewleta 11- an li hemberî van gendeliyan radiweste û dê dewamê bide van cure xebatên xwe.

Hesen Ruhanî serokê Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser pitansiyilên xelkê welêt û destnîşan kir; Xelkê Îranê çandekî dewlemend heye welat hezin, xwedanê çanda dewlemend a îranî-islamî ne û sermayeyeke mezin a însanî hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu