ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Em ê boykota Emerîkayê li dijî Îranê bi yekitî û alîkariya gel pûç bikin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê raghand: Îran dê bi iqtidar û srbilindîyê boykotên Emerîkayê pûç bike.

Li gorî rapora kanala  navnetewî ya nûçan a Îranê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê îro duşemiyê li civîna  alîkar û rêveberên  wezareta  karên aborî û heyîtiyê bal kişand  ser vê yekê ku divê  amerîkiyan têbighînin ku bi zimanê zorê, gefê bi gelê Îranê re neaxivin û destnîşan kir: Emerîkî divê hertim bên tenbêkirin û bizanin ku bi zordarî û şiltagîyan nikarin li hember gelê Îranê bisekinin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Karê ku emerîkî dikin tenê zexta ser gel, şîrket û dewletên  din e û divê bizanin ku  tenê Îran nîne ku ji siyasetên  Emerîkayê hêrs bûye belkî dewlet û şîrketên ewrûpî jî  ji siyasetên Emerîkayê hêrs bûne.

Hesen Rûhanî destnîşan kir: Dîroka Emerîkayê bêqanûniyeke wisa li Koşka Sipî nedîtiye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Li heyamê ku ez li New Yorkê bûm, serokên çar welatên mezin bûn navbeynkar ku rewşê bo hevdîtina  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi Îranê re xweş bikin. Hesen Rûhanî her wiha got: Îranê tu pirsgirêkek bo axiftinê ra tine bi şertekî ku aliyên din berpirsiyariyên xwe cih bînin.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku li xalifînên vê dawiyê yên Emerîkayê, emerîkî hîn  zêdetir ketine tecrîdê û got: Îro rojê ger Emerîka erkên xwe cih neyne, Yekitiya Ewrûpayê dê li hember wê bisekine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan  kir: Li Rêketina Navokî hemî welat li pişta Îranê bûn îro rojê jî hemî welatên cîhanê derketine pêşberî Emerîkayê û li pişta Îranê ne.

Rûhanî her wiha got: Îran dê nifta xwe bifroşe derve û dê qet guh nede boykotên Emerîkayê.

Boykotên zalimane yên Emerîkayê li pişka bankî, danûstandina aborî û firotina nifta Îranê ji îro duşemiyê 5 Mijdarê ve destpê dibin.

Başa dön tuşu