ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Gelê Îranê qet teslîmî zor û hiqaretkirinê nabe

Serokkomarê Îranê sêşemêşev li civîna îraniyên ku li Otrîşê dijîn bal kişande ser viya ku gelê Îranê qet teslîmî zor û hiqaretkirinê nabe destnîşan kir: Li dêrêjiya dîrokê her destdirêjiya ser heq û mafê gelê Îranê rastî işkestê hatiye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê sêşemêşev li civîna Viyenayê tev îraniyên ku li Otrîşê dijîn herwisa bal kişande ser derketina neqanûnî ya Amerîka ji rêketina navokî û got: Bo hemûyan eşkera bû ku Îranê soz û qirarên xwe bibaşî cih anîn û eva Amerîka bû ku li vê barê zorbêjiyê dike û helbet ev zorbêjiya Amerîka li hemberî Îranê bi tenê nîne û ev welata li hemberî welatên ewrûpî, welatên grûpa G-7, Çîn û welatên din jî zorbêjiyê dike.

Rûhanî bal kişande ser viya ku roja îro saziyên navnetewî yên wekî Konseya Ewlehiyê, Yeketiya Ewrûpa û para pirtire welatên cîhanê û gelên cîhanê li kêlega Komara îslamî ya Îranê ne destnîşan kir: Ev siyaseta Amerîka ya sekinîna li hemberî Îranê bo Amerîka dê pir boha bibe û hema Komara îslamî ya Îranê jî wekî hertim li ser biryara xwe ya pûçkirina pîlanên Amerîka ye, ji ber ku siyasetên Amerîka nementiqî, neqanûnî û zalimanene û dijî soz û qirarên navnetewî û biryarên Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ye.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir: Amerîkî îdia dikin ku dixwazin peywendiya di navbera Îranê û cîhanê qut bikin lê ewna qet nikarin bigerhêjin vê hedef û armanca xwe.

Rûhanî bal kişande ser viya ku Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomî heta niha 11 caran li raporên xwe destnîşan kiriye ku Îranê soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî cih aniye got: Roja îro gelek ji welatên cîhanê ragihandine ku ewna dixwazin peywendiyên xwe yên tecarî tev Îranê bidomînin û ji derketina Amerîka ji nav rêketina navokî û xebata ji bo boykotên dijî Îranê piştevanî nekirine.

Başa dön tuşu